TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN PEYMANGEHA BILIND A HUNERÊ LI BAJARÊ HESEKÊ VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Hîlal Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şahiyekê peymangeha bilind a hunerê li bajarê Hesekê vekir.

Peymangeha bilind a hunerê bi beşdariya nûnerên saziyên çandê, Rêveberiya Xweser û YPJ’ê hate vekirin.

Di şahiyê de axaftin hatin û vekirina peymangehê li gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîrozkirin.

Piştre komên hunerî berhemên xwe pêşkêşkirin û beşdaran jî dîlan gerandin.

Peymangeha bilind a hunerê ji beşên wênexêzî, peykersazî, muzîk, şano û sînemayê pêk tê.

Share This Article