Kampanyaya Gel a Parastina Navê Kobanê bi çalakiyeke girseyî girêdana xwe bi navê dîrokî yê bajêr re dubare kir.
Şêniyên Kobanê di xwepêşandanekê de diyar kir ku navê Kobanê nasnameya neteweyî temsîl dike û sembola berxwedanê nîşan dide.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya parastina “navê Kobanê” de û di bin diruşmeya “Kobanê nasnameyek e ku nayê jêbirin û navek e ku hêjayî îspatkirina di belgeyên fermî de ye” li bajarê Kobanê xwepêşandaneke girsayî hat li darxistin.
Bi sedan şêniyên Kobanê, çalakvan, rojnamevan û rewşenbîr beşdarî çalakiyê bûn.
Xwepêşandanê ji Çerxerêya Aştî dest pê kir û li Qada Jina Azad a li naverasta Kobanê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin, Kobanê ne tenê navekî bajêr e, lê nasname, dîrok, bîrdank û sembola cîhanî ya azadî û berxwedanê ye. Ev navê ku cîhan tev dizane û bi yek ji girîngtirîn serkeftinên mirovî li dijî terorîzmê ve hat girêdan ne hûrgiliyek zimanî ye lê beşek resen ji nasnameya bajêr û mîrasa wî ye.
Beşdarên çalakiyê dibêjin, me 20 hezar şehîd daye ne ji bo hikumeteke demkî bê û navê bajarê me vegerîne Erebî û Kobanê bike Eyn El Ereb.
Her wiha beşdaran tekez kirin ku ji bo mayîna navê Kobanê û neguhertina wê, ew ê heta nefesa xwe ya dawiyê têbikoşin.
Çalakî bi diruşmên girêdana bi navê Kobanê û bijî berxwedana Kobanê bi dawî bû.
