GAZIN LI SER PIROJEYA ŞAREDARIYA QAMIŞLO YA AVAKIRINA XANÊN SEWALDARIYÊ HENE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo di nava pilanên xwe yên sala 2026’an dê xanên sewaldariyê li nêzî gundên xezna, sîha, xirêçka û girê siwêr de ku li ser riya Qamişlo û Tirbespiyê ne ava bike.

Di nava van gundên navborî de Nêzî 500 malbat jiyandikin , Welatiyên van gundan li ser avakirina van xananbi gazinin û dibêjin ku wê piroje bandoreke neyinî li hewaya gundên wanbike .

Li ser daxwaza welatiyan Rojava Tv berê xwe dan wan deveran û li walatiyan guhdar kir, Welatiyek ji gundê girê siwêr yê bi navê laleş ebdê got, dê pirojeyên bi vî rengî rewşa hewayê biguhere û nexweşiyan çêbike.

Ji aliyê xwe ve jî welatiyê bi navê beşîr ehmed ji gundê sîha jî da xuyakirin ku divê pirojeyên bi vî rengî li cihên vala werin avakirin da ku xirecir çênebe.

Tevî ku di xwezaya wê ya normal de divê xanên pez û sewaldariyê de li bejiyê bin, lê şaredariya bajarê Qamişlo di nava Gundan de dê ava bike, ji ber wê welatî bi daxwazin ku ev piroje cihê wê were guhertin.

Share This Article