FESTÎVALA NÛJIYAN A FÎLMAN DERFETEK JI PÊŞKÊŞKIRINA HUNERA JINAN RE VEKIR

Rojava Tv
2 Min Read

Di Festîvala Nûjiyan a fîlman de gelek xalên ku bala mirov dikşîne hebûn.

ji wan pêşkêşkirina berhemên ku bi destê nivîskarên jin hatine nivîsandin û karên destan bûn.

Jinên ku beşdarî festîvalê bibûn kêfxweşiya xwe ji bo lidarxistina festîvalê anîn ziman, û ew weke derfetek baş ji bo pêşkêşkirina hunera jinan bi nav kirin.

Di 25’ê gulanê de, Festîvala Nûjiyan a fîlman ji hêla Kolektîfa Kezî ya jinên sînameger bi piştgiriya Sîne-Jin a Rojava , Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn , sînemagerên li ewropayê û Desteya Çandê a Kantona Cizîrê hate li darxistin.

Di festîvalê de gelek xalên ku bala mirov dikşîne hebûn, ji wan pêşkêşkirina Weşanxaneya Şilêr ji berhemên ku bi destê nivîskarên jin hatine nivîsandin û hebûn hin şêwekarên ku bi karên destan re mijûl dibin.

Derbarê vê mijarê de Rêvebera Weşanxaneya Şilêr Fîdan Mihemed ji Rojava TV re, behsa kêfxweşiya xwe ji bo bi lidarxistina festîvaleke bi vî rengî kir.

Li aliyeke din jî şêwekar û rêvebera karên destan di Tev-Çand, Cîhan Ebd El-Xefûr behsa wê yekê kir ku çawa ew bi rêya hin werşeyên kar bi jinên afrîner re dibin alîkar.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Festîvala Nûjiyan a ku li bajarê Qamişlo lidar ketiye, wesîleyek bû ku jinên gelek bajaran li hev kom bibin rastiya jinan a li tevahî cîhanê nas bikin.

Share This Article