1ʹemîn Festîvala ‘Çand-Xula Helbestê’ ku bi dirûşma ‘Helbest Stêrka Wêjeyê ye” hat lidarxistin di roja 3’yemîn de berdewam dike.
Festîval bi xwendina helbestên Kurdî (Zaravayê Kurmancî) û yên Erebî didome.
Di roja duyem a festîvalê de endam û rêveberên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demoktîk (TEV-DEM), siyasatmedar, hunermend, rewşenbîr, keseyetên navdar, beşdar bûn.
Her wiha di çarçoveya pêşbirka helbestan de, bi zimanê Kurdî (Zaravayê Kurmancî) gelek helbestvanên navdar helbestên xwe pêşkêş kirin.
Girêdayî TEV-ÇAND’ê Hunermend Sumeya Mihemed stranên gelerî pêşkêş kirin û di çarçoveya bernameya festîvalê de pêşbirka pirsên wêjeyî jî hat lidarxistin.
