Bi hevkariya Encumena Werzîşê ya Herêma Cizîrê û Yekîtiya Jinên Ciwan, 4’emîn festîvala Şehîd Stêrvan ya jinên Ciwan li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Festîval Bi boneya 25’ê mijdarê, roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser û jinên behremend hat lidarxistin.
Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo di festîvalê de axivî û got, jinên ciwan pêşengiya jinavbirina tundiyê dikin.
Her wiha tîmên werzîşê jî leystikên cuda lîstin û bi hev re daketin pêşbirkê.
Paşê komên çandî û hunerî jî berhemên xwe pêşkêşkirin û beşdaran dîlan gerandin.
FESTÎVALA 4’EMÎN A ŞEHÎD STÊRVAN LI QAMIŞLO HAT LIDARXISTIN
