Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, kirin.
Meşê ji çerxerêya bajarokê Ehdas ê Şehbayê dest pê kir û ber bi gundê Til Qirah ve bi rê ket.
Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Abdîn Mihemed pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bang li ciwanan kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.
Abdîn di dawiya axaftina xwe de soza şopandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û domandina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê nû kir.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên bê serok jiyan nabe bi dawî bû.
