ÊŞ Û AZARÊN ŞÊNIYÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ JI BER DORPÊÇÊ DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ber dorpêça hêzên hikumeta veguhêz a li ser herdu taxan û kêmbûna mazotê rastî zehmetiyan tên.

Hevserokê komîteya Sotemeniyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Mihemed Îbiş derbarê mijdarê de axivî û diyar kir ku çekdarên hikumeta Veguhêz ji bo îradeya xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişkînin, dorpêçê zêde dike.

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne.

Nexasim qedexekirina derbaskirina mazotê ji bo herdu taxan ku piraniya şêniyên wê qumaş wekî alternatîfa mazotê dişewitînin û xwe bi betanî û tava rojê germ dikin.

Derbarê mijarê de Hevserokê komîteya Sotemeniyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Mihemed Îbiş ji Rojava Tv re nirxandin kir.

Mihemed Îbiş diyar kir ku çekdarên hikumeta Veguhêz ji bo îradeya xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişkînin, dorpêçê zêde dike.

Li aliyekî din Mihemed Îbiş tekez kir ku ev dorpêç jiyana li herdu taxan sekinandiye.

Heta niha 7 hezar û 500 malbatan para xwe ya mazotê wergirt lê belê ji ber qedexekirina derbaskirina mazotê ji bo herdu taxan ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve, 42 hezar û 500 malbat ji mazotê bêpar man.

Share This Article