Êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagiker ên li dijî herêmê gelek çîrokên bi êş li pey xwe hiştin.
Yek ji wan çîrokan, çîroka Aras Ibrahîm e.
Li şûna ku Aras bi bira û hevalên xwe re derkevin seyranê da ku kêfxweş bibin Tirkiyê komkujiyek li dijî wan pêk anî.
Ji bo em zêdetir çîrokê nas bikin em bi hev re li vê raportê temaşê bikin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek serpêhatiyên bi êş li pey xwe hiştine.
Yek ji wan jî serpêhatiya Aras Ibrahîm ê ji xelkên bajarê Qamişlo ye .
Dema ku Aras û birayê xwe Aram li gel 4 hevalên xwe roja 3’ê Tebaxa îsal li ser rêya di navbera Qamişlo-Amûdê de diçûn seyranê balafira bêmirov a Tirkiyê erebeya wan a malê hedef girt û di encamê de birayê Aras ku bi xwe Fermandarê QSD’ê ye, Aram Ibrahîm û 3 hevalên wî yên şervanên QSD’ê şehîd bûn û şervanekî din û Aras jî birîndar bûn .
Aras ji RojavaTV re got ku Dewleta Tirk 3 caran erebeya wî bombebaran kir.
Her wiha Aras tekez kir ku eger Tirkiyê ji pêşengbûna bira û hevalên min netirsyaba wan bi vê bêbextiyê şehîd nedikir.
Her çendîn Aras li wêneyên bira û hevalên xwe yên şehîd bi xemgînî dinere, bi qasî wê jî bi şehedeta wan serbilind e.
Her wiha soz û peyama wî ji dewleta Tirk re tohildana ji şehadeta bira û hevalên xwe re ye .
