Endamên Encumena malbatên Şehîdan ên Kantona Şehba Êrîşên berdewam ên dewleta Tirk Şermezar kirin û gotin: armanc ji êrîşan koçberkirina gel e .
her wiha soza bilindkirina asta Têkoşînê li hember êrîşên dagirkeriyê dan .
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û jiyana sivîlan dixin metirsiyê.
hemwextî destpêkirina Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmê zêdetir kirin û dewam dike .
Endamên Encumena malbatên Şehîdan ên Kantona Şehbayê Êrîşên berdewam ên dewleta Tirk Şermezar kirin û gotin: armanc ji êrîşan koçberkirina gel e .
Her wiha Endamên Encumena malbatên Şehîdan gotin ku Dewleta Tirk bi Êrîşên xwe dixwaze derbeyê li Pirojeya Rêveberiya xweser bixe .
Endamên Encumena malbatên Şehîdan ên Kantona Şehbayê destnîşan kirin ku dê Êrîşên Dagirkeriyê tu carî vîna wan neşkîne, û ji bo têkbirina van êrîşan dê asta berxwedanê bilindbikin û bidomînin.
