DI SER ÊRÎŞÊN LI DIJÎ SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ RE 5 SAL DERBAS BÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê yên Hesekê di salvegera 5’emîn a destpêkirina êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de behsa kêliyên êrîşan kirin û gotin, civaka navnetewî berpirsê êrîş û sûcên dewleta Tirk a dagirker e.

îroj salvegera 5’emîn a destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Dagirkeran di êrîşên xwe yên bê ser û ber de, tevahî cûre, çekên giran û yên qedexekirî li dijî welatiyên Serêkaniyê û Girê Spî bi kar anî.

Endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê yên bajarê hesekê behsa êrîşên li ser serêkaniyê û girê spî kirin û gotin ew ê her tim bi hêviya vegera li cih û warê xwe bin.

Endamên Komîteyê bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên tirkiyê û çeteyên wê şermezar kirin û banga bi dawîkirina dagirkeriyê kirin.

Piştî berxwedaneke bêhempa ya gel şervanan li Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk û çeteyên wê her du bajar dagir kirin û bi sedhezaran xelkên wê bi darê zorê koçber kirin.

Share This Article