ÊRÎŞ Û DORPÊÇA LI SER TAXÊN ŞÊX MEQSÛD Û EŞEREFIYÊ LI QAMIŞLO HATIN ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi armanca şermezarkirina dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşerefiyê yên Helebê, Kombenda Efrîn a Civakî meşek girseyî li bajarê Qamîşlî, organîze kir.

Meş bi beşdariya bi sedan koçberên Efrîn û Şahbayê ji pêşiya Stada 12’ê Adarê dest pê kir û li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo veguherî mîtînigê .

li wê deverê ji aliyê Kombenda Efrîn a Civakî ve daxuyaniyek bi zimanê Kurdî û Erebî ji bo şermezarkirina dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşerefiyê yên Helebê hat xwendin.

Di daxuyaniyê dedorpêç û êrîşên berdewam ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin, û daxwaza bidawîanîna dorpêçê û garantîkirina gihîştina pêdiviyên bingehîn û sotemeniyê hat kirin.

Her wiha tekezî li ser vegera ewle û bi rûmet a xelkê Efrîn bo malên xwe û bidawîbûna binpêkirinên berdewam hat kirin.

Share This Article