ENDAMÊN KONGRA STAR ÊN KANTONA FIRATÊ KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Endamên Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê ji Rojava TV re axivîn û komploya 9’ê Cotmeha sala 1998’an a li dijî rêber APO şermezar kirin.

Endamên Koordînasyona Kongra Star gotin: “Rêber APO bi fikr û felsefeya xwe, li hember bêbextiya dewletên komploger bi ser ket”.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de, Civaka Kurd bû şahidê yek ji qirêjtirîn komployên navdewletî di derheqê rêberekî ku banga wekhevî, biratî û azadiya gelên bindest dikir.

Bi desteka gelek aliyên komploger, planek şopnadinê li dijî Rêber APO hat destpêkirin û heya roja 15’ê Sibata 1999’an, roja dîlgirtina rêbertî dirêj kir.

Der barê vê komployê de, endamên Koordînasyona Kongra Star ên Kantona Firatê ji Rojava TV re axivîn û bêbextiya dewletên komploger şermezar kirin.

Endamên Koordînasyona Kongra Star anîn ziman ku Rêber APO bi fikr û felsefeya xwe dîwarên Îmraliyê rûxandiye û girtîgeh veguherandiye dibistaneke zanînê.

Tevî hemû bangên pêkanîna aştiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, Dewleta Tirk a dagirker, qanûn û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî bin pê dike û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan didomîne.

Dewleta Tirk “Mafê Hêviyê” binpê dike û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re jî qedexe dike.

Share This Article