CIWANÊN PYD’Ê BI CIVÎNEKÊ TEVLÎ SEFERBERIYA GIŞTÎ BÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya civînên bi armanca nirxandina geşedanên dawîn tên lidarxistin de, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro civînek ji ciwanan re li navenda Mihemed Şêxo ya Bajarê Qamişlo li dar xist.

Civîn bi beşdariya bi sedan xelkên Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, yekîtiya xwendekaran û ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo cangoriyê azadiyê despêkir.

Li ser navê rêveberiya xweser Aras Qamişlo di civînê de axivî û bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku piştgiriyê bidin QSD’ê û tevlî nav refên erka xweparastinê bibin.

Her wiha Aras Qamişlo êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir.

Share This Article