Encumena malbatên şehîdan a Şehbayê bi dxuyaniyekê tecrîda li dijî rêber Apo hatiye ferzkirin şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêber Apo di bin şert û mercên herî giran de derbas dibe.
Tecrîda ku li dijî rêbertî hatiye ferzkirin tevahî zagonên cîhanî bin pê dike.
Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya dewletên navneteweyî û rêxistinên mirovî hate şermezarkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de Encumena malbatên şehîdan a Şehbayê bang li gelên azadîxwaz û CPT kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
