ENCUMENA JINÊN SÛRIYÊ LI SER MIJARÊN DERÛNIYÊ RÊZE PANELAN SAZ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read
ENCUMENA JINÊN SÛRIYÊ LI SER MIJARÊN DERÛNIYÊ RÊZE PANELAN SAZ DIKE

Encumena Jinên Sûriyê ji bo nîqaşkirina derûniya jin û mêran, rêze panêl û semîneran li Tebqa û Reqayê li dar dixe.
Encumena Jinên Sûriyê di rêzepanelan de mijara pîskolojiya jin û mêran û astengiyên ku pê re rû bi rû dimînin, nîqaş dike.
Her wiha çawaniya derbaskirina astengiyan û avakirina civakeke birêkûpêkkirî, dibin mijarên girîng ên nîqaşê.
Encumena Jinên Sûriyê dibêje, lidarxistina panelên weha di vê demê de gelekî girîng e û dê tundiya malbatî kêmtir bike.
Encumen dide zanîn ku ew ê panelên bi vî rengî li seranserî herêmê li dar bixin.

Share This Article