Encumena cîbicîkar a Herêma Cizîrê, bi daxuyaniyekê li pêş avahiya xwe ya li navçeya Amûdê, hedefgirtina hevserokên nivîsgeha edaletê şermezar kir.
Encumenê got ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze gelê herêmê qir bike û aramiya herêmê têk bibe.
Her wiha encumenê aşkere kir ku ev êrîş di demekê de pêk tên ku hêzên ewlekariyê operasyonan li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk tînin.
Di beşekî din ê daxuyaniyê de encumenê bêdengiya welatên garantor şermezar kir û ew jî weke berpirsên êrîşê bi nav kirin.
Di dawiyê de encumena cîbicîkar a Herêma Cizîrê soza berdewamiya rêya şehîdan da.
