ÊLA EL- TEY DERBARÊ REWŞA SÛRIYÊ DE FORUMEK LI DARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Êla El-Tey îro ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyê forumek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Şêx û Rûspiyan gotin, ji bo sûriyeke demokratîk nenavendî were avakirin divê kongreyek niştîmanî bi beşdariya tevahî ol û baweriyan bê li darxistin.

Bi dirûşma “di navbera rastî û hêviyan de sûriyê me digihîne hev” îro Meclisa Êla El-Tey formumeke Diyalogê ji bo nîqaşkirina rewşa heyî li dar xist.

Forum li hola Efrîn ya bajarê Qamişlo bi beşdariya bi dehan şêx û rûspînên kantona cizîrê û kesayetên serbixwe hat li dar xistin.

Di forumê de ji Êla El-Tey Hikmet Hebîb û Serokê Meclisa Êla El-Tey ‎pêvajoya Sûriyê ya piştî rûxana Rêjîma Baas nirxandin.

Hat gotin ku, Desthilata Nû ya Şamê bi heman hişmendiya rêjîma berê nêzî rewşa Sûriyê ‎dibe.

Her di foruma diyalogê hat destnîşankirin ku, di qaşo kongreya niştîmanî ya li şamê hat lidarxistin dê ti encamên erênî neyine, û gotin çareseriya guncev hevgirtina hemû netew, pêkhate, ol û baweriyên Sûriyê ye.

Di foruma diyalogê ya Meclisa Êla El-Tey de pişt nirxandinan beşdaran derbarê rewşa heyî ya sûriyê û çareseriya pirisgirêkan de nîqaş û pêşinyar kirin.

Share This Article