Şêx Murşid El Xiznewî ji bo nîqaşkirina rewşa herêmê û giringiya yekrêziya navmala Kurdî bi gelê Qamişlo re civiya.
Di civînê de Şêx Murşid El Xiznewî axivî û behsa qonaxa piştî hilweşîna rejîma Baas kir û destnîşan kir ku li Sûriyê mirov li gorî mezhebên wan tên qetilkirin.
El Xiznewî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rastiya dijmin û diyar kir ku wexta mirov bê parastin bi dijmin re rû bi bû ma, wê demê cudahiyê naxe navbera mal, mezheb û rengên cuda, anku wê rehmê neke.
El Xiznewî di dawiya axaftina xwe de got: “Ji bo parastina herêmên xwe em piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin, Ev yek mijareke esasî ye û nîqaş jî li ser nayê kirin.
