Desteya Çandê ya Herêma Firatê bi hevkariya Weşanxaneya Ava, bi navê çerxa helbestvanê nemir Feqîr Ehmed, duyemîn festîvala wêjeyî li Kobanê li dar xist.
Festîval bi dirûşmeya “Ji Bo Peyva Ku Hîn Nehatî Gotin; Em Li Vir In” hat lidarxistin û 3 rojan dewam kir.
Bi dehan rewşenbîr, Helbestvan, nivîskar, endamên saziyên sivîl û desteyên rêveberiya xweser beşsarî festîvalê bûn.
Di her 3’ê rojên festîvalê de, berhevkirina folklora kurdî hat nîqaşkirin.
Her wiha çîrok û helbestên bi zimanên kurdî û erebî jî hatin pêşkêşkirin.
festîval bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû.
DUYEMÎN FESTÎVALA WÊJEYÎ YA LI KOBANÊ BI DAWÎ BÛ
