Li pêşa benzînxaneya Qebaqîbî ya li Çerxerêya Îtfaiyê ya Hesekê agir bi tankerek sotemeniyê ket, di encamê 3 welatî birîndar bûn û 11 erebe şewitîn.
Nûçegihanê me ji Hesekê ragihand ku li pêş Benzînxaneya Qebaqîbî ya li nêzî Çerxerêya Itfayî agir bi tankerek sotemeniyê ket.
Dema ajokar hewl da xwe bigihîne navenda agirkujiyê ya nêzî agir belav bû, bi hejmarek erebe û avahiyên derdorê ket.
Di şewata tankera sotemeniyê de 3 welatî birîndar bûn, 11 erebe şewitîn û zirar bi kabloyên kehrebeyê bû.
