9 sal di ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li dijî Şengalê ku wekî fermana 74’an tê naskirin derbas dibin.
Endamên Mala Êzdiyan li Herêma Cizîrê dibêjin, ji bilî rêber Abdullah Ocalan, ti kes bi kêrî Şengalê nehat.
Her wiha banga naskirina xweseriya Şengalê dikin.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin. Di wê roja reş de warê laleşê bi paçê tarîtiyê nixumandin.
Qaşo hêzên ku berê li Şingalê diman digotin Şengal Şengala me ye, di wê êrîşê de tu xelkên wê deverê ne parastin û dest bi revê kirin.
Bi hezaran jin, zarok û kalemêr di wê êrîşê de rastî tecawizkirin, kuştin û revandinê hatin û hê jî çarenûsa zêdetirî 2 hezar jinên Êzdî ne diyar e.
Endamên Mala Êzdiyan li Herêma Cizîrê bi vê boneya bi êş fermana 74’an li ser Êzdiyên Şengalê bi bîr tînin û dibêjin, ji bilî rêber Abdullah Ocalan ti kes bi kêrî Şengalê nehat.
Piştî rizgarkirina Şengalê ji aliyê HPG, YJA STAR, YPG û YPJ’ê ve êdî yekîneyên berxwedana Şengalê hate avakirin û Rêveberiya Xweser li wê deverê hate ragihandin.
Bi vê yekê jî Êzdiyên li herêmê banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê dikin..
Piştî 9 salan ji êrîşê û Jenosayida ku bi serê Êzdiyên Şengalê de hat û piştî kar û xebatên diplomqasî li Ewropayê, bi awayekî fermî welatê Birîtaniyayê fermana 74’an a 2014’an nas kir.
