DI OPERASYONA LI DIJÎ BAZIRGANÊN MADEYÊN HIŞBIR DE 283 HEZAR HEB HATIN DESTESERKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîneyên dijî madeyên hişbir ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di operasyoneke li dijî bazirganên madeyên hişbir de, li gel 283 hezar hebên kaptagonê, 4 bazirgan girtin.

Rêveberiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir, debarê mijarê de li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê.

Berdevkê Rêveberiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lewend Mihemed daxuyand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişbir de, li kantona cizîrê wan operasyoneke ewlehiyê li dar xist û 4 kes ji bazirganên mezin ên hebên kaptagon girtin.

Her wiha da xuyakirin ku bi kesên deseserkirş de 283.000 hebên kaptagon û 5 kîlogram madeya “Crystal Meth” a hişbir jî hate desteserkirin.

li gor berdevkê Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir Kesên hatine girtin tevî tiştên desteserkirî, ji bo dadgeha peywendîdar hatine veguhestin.”

Share This Article