Rojnamevanên herêmê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî xebatkarên çapemeniya azad şermezar kirin û gotin, armanca dewleta Tirk qutkirina dengê rastiyê ye.
Her wiha rojnamevanan piştrast kirin ku, dewleta Tirk a dagirker çiqas êrîş bike, lê dê ti carî nikaribe vîna xebatkarên çapemeniya azad bişkîne.
Li Kurdistanê di oxira ragihandina heqîqetê de, bi dehan rojnamevanên Kurd canê xwe feda kirine.
Yek ji wan jî rojnamevan Egîd Roj yê ji bajarê Efrîna dagirkirî ye. Egîd Roj dema ku berxwedana gel ya li Bendava Tişrînê dişopand, roja 15’ê sibatê di êrîşeke dewleta Tirk de şehîd bû.
Têkildarî mijarê rojnamevanên herêmê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin, armanca dewleta Tirk qutkirina dengê rastiyê ye.
Her wiha rojnamevanan piştrast kirin ku, dewleta Tirk a dagirker çiqas êrîş bike, lê dê ti carî nikaribe vîna xebatkarên çapemeniya azad bişkîne.
Di encama êrîşên dewleta Tirk ên ji sala derbasbûyî ve li Başûr û Rojavayê Kurdistanê rojnamevanên Kurd Murat, Azîz, Gulsitan, Hêro, Cîhan, Nazim û Egîd şehîd bûn.
