DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ QIRÊJTIRÎN SÛCAN PÊK TÎNE

Rojava Tv
2 Min Read

derbarê sûcên dewleta tirk a dagirker li dijî jin û zarokan li efrînê cîgira desteya jin a efrîn û şehba hêvîn hisên dibêje kiriyarên dewleta tirk li dijî jin û zarokan asta dermiroviyê derbas kir û cîhan li hember wê ker û lale

li hember sûc û binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê li efrîna dagirkirî berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin û dewleta tirk ji ber vê yekê tengav ma û sûcên wê Asta dermirovî û qirêjî derbas kir .

di şoreşa rojava de jinê pêşengî kir û hêza wê her li pêş bû , dagirkeriya tirk berê xwe daye qirêjtirîn rêbaz ku destdirêjiyê li jin û zarokan dike wan tecawiz dike û dikuje bi vê yekê jî hewil dide civakê têk bibe.

cîgira desteya jin a efrîn û şehba hêvîn hisên dibêje ji ber dewleta tirk tevî kiriyarên dermirovî li hember vîna jinê û berxwedanê biser neket , destdirêjiyê li jinan dike û rêbazên herî qirêj li hember wê bikar tîne

hêvîn hisên dibêje ev sê mehin kiriyarên dewleta tirk asta dermiroviyê derbas kir û di demeke kurt de çeteyên wê êrîşa zayendî li dijî 3 zarokan pêk anî

Li seranserî cîhanê jin û zarok bi zagonên taybet bi wan û rêxistinan tên parastin û mafê wan tê dayin lê dewleta tirk li efrîna dagikirî qirêjtirîn sûcan li dijî wan pêk tîne ev yek jî di nav ker û laliya raya giştî ya cîhanî de .

Share This Article