DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÊRÎŞÎ ÇAVKANIYÊN JIYANÊ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Qamişlo tekez dikin ku ew ê li hemberî êrîşan heta dawiyê li ber xwe bidin û ti carî serî neteweînin.
Her wiha gotin, armanca dewleta Tirk birçîkirina gelê herêmê û têkbirina aramiyê ye.

Ji derengiya şeva derbasbûyî ve dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên şer êrîşî binesaziya herêmê û çavknaniyên jiyanê dike.

Ji Dêrika Hemokoyê heta bi gundewarên Minbic û Şehbayê ve, dagirkerîyê stasyonên petrol, elektrîk û avê dane ber pêla êrîşên xwe yên bêserûber.

Li hemberî êrîşan welatiyên herêmê dadikevin qadan û silogana Berxwedan Jiyan e, berz dikin.

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar dikin ku armanca dewleta Tirk birçîkirina gelê herêmê ye.

Her wiha şêniyên Qamişlo dan zanîn ku êrîşên Tirkiyê bandoreke neyînî li qadên jiyanê dike.

Dewleta Tirk a dagirker di navbera 5 û 10’ê cotmeha îsal de êrîşî 104 navendên xizmetê kir û li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser di encamê de nêzîka milyar û nîvek dolarên amerîkî zirarên madî rû dan.

Share This Article