di bin diruşmeya mil bi mil ji bo avakirina sûriyeke saxlem, demokratîk û azad Desteya Tenduristî û Tevgera civaka demokratîk ya kantona cizîrê civînek li hola mişwar ya bajarê Hesekê li darxistin.
Civîn bi beşdariya şandeyek ji Rêveberiya Xweser ya kantona cizîrê û hevserokê desteya tenduristî û hin bijîşkan despêkir.
Di civînê de Endamê Desteya Hevserokatîyê ya PYD’ê Aldar Xelîl li ser rewşa ku sûriyê tê re derbas dibe û geşedanên dawiyê nirxandin kir.
her wiha desteya tendurstî jî got hedefgirtina tîmên tenduristiyê astengiyan çêdike û rewşa xwendekarên ku derçûne hate nîqaşkirin.
Civîn bi nîqaş û pêşinyarên beşdaran bi dawî bû
