Bi armanca nirxandina geşedanên ku li herêmê diqewimin, Desteya Perwerdeyê ya kantona Cizîrê, civînek ji mamosteyên xwe re li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar xist.
Mamosteyan tekez kirin ew ji her rewşê re amade ne.
Hevdemî alozbûna rewşa li Sûriyê, Rêveberiya Xweser seferberiyeke giştî ji bo rûbirûbûna geşedanên lezgîn ragihand û ji bo bersivdana bangê, rêzecivînên girseyî ji bo birêxistinkirina şerê gel ê şoreşgerî tên lidarxistin.
Di asta sazî û dezgehan de, îro Desteya Perwerdeyê ya kantona Cizîrê bi armanca nirxandina geşedanên li herêmê diqewimin, civînek ji mamosteyan re li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar xist.
Kamereya Rojava TV civîn şopand û bi amadebûyên civînê re hevpeyvîn çêkir û hin xalên civînê nas kirin.
Ji aliyê xwe ve mamosteyan tekez kirin ku dewleta tirk li ber daxwaz û armanceke bingehîn e, ku ew jî tunekirina kurdan û projeya Rêveberiya Xweser e.
Hemû saziyên Rêveberiya Xweser ji bo rûbirûbûna metirsiyên qonaxa niha, amadebûna xwe nîşan didin. Ew bi tevahî biryardar in ku ku şoreşa xwe bi ser bixin û nehêlin ku Tirkiye çarenûsa gelan li gor hêviyên xwe parçe bike.
