Desteya Perwerde û fêrkirinê ya kantona firatê îro civîna xwe ya salane li darxist, her wiha xebatên pêk anîne nîqaş kir.
civîn li Parka Ronî war hate li darxistin.
meclîsa zagonsaz, meclisa cîbcîkar a Rêveberiya Xweser, yekîtiya xwendekar û mamosteyan, saziya malbatên Şehîdan, kongira star, desteya perwerdeyê ya bakûr û rojhlatê sûriyê û Zanîngeha kobanê beşdar bûn.
Di civînê de rewşa siyasî ya herêmê û Sûriyê hat nirxandin, paşê rapora kar û xebatan û Perispektîvên Rêber APO hatin xwendin.
Her wiha ji bo nirxandina sala xwendinê ya 2025 û bipêşxistina asta perwerdeyê li kantonê nîqaş û pêşinyar hatin kirin.
