Desteya perwerde û fêrkirinê ya kantona Reqayê îro civîna xwe ya salane li hola civînan ya desteyê li darxist.
Civîn bi beşdariya Hevserokatiya Meclîsa Cîbcîkar a kantona Reqayê,Hevserokatiya Desteya perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveber û Endamên Desteya perwerdeyê ya Reqayê hat lidarxistin.
piştî deqeyeke rêzgirtin, Cîgira Hevserokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger axivî û behsa rewşa siyasî ya ku sûriyê tê re derbas dibe kir.
Piştre jî perspektîfên rêber Apo û Rapora salane ya desteya perwerde û fêrkirinê ya Reqayê hatin xwendin.
di dawiyê de sinifizyonek li ser kar û xebatên desteyê hat temaşekirin û beşdaran nêrîn û nirxandinên xwe ji bo pêşxistina sektora perwerdeyê li herêmê parve kirin.
DESTEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ YA REQAYÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LIDARXIST
