Desteya Jîngehê ya kantona Firatê bi hemahengiya navenda Baqî Xido ya çand û Hunerê 150 darên cur be cur li daristana Şehîd Koçero çand.
Çandina daran, di çarçoveya hemleya “Bibe Hogirê Jîngehê”, pêk hat. Di çarçoveya hemleya ku Desteya Jîngehê Di bin dirûşmeya “Bibe Hogirê Jîngehê” dabû destpêkirin, îro Desteyê bi hemahengiya ligel Navenda Baqî Xido ya çandê û beşdarên Festîvala Arîn Bisik û zilfên aştiyê ye, 150 Darên Zêzefûn û Seroyê li Daristana Şehîd Koçero ya li Kobanê çandin.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Arif Balî Ji Rojava TV re behsa girîngiya hemleya çandiniya daran û awayê rêveçûna wê kir.
Her wiha Endama TEV- ÇAND’ê Leyla Ehmed jî got, wan xwestine di roja dawîyê ya festîvala şehîd Arîn de daran biçînin.
Hemleya çandina daran ku demekê hatibû rawestandina, îro dîsa dest pê kir û dê bi rêzê dar û çîçekên rengereng li bendên kontrolê jî werin çandin.
