DESTEYA JÎNGEHÊ JI BO ZÊDEKIRINA RÛBERÊN KESKAHIYÊ LI KOBANÊ ŞITILGEHEK VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a kantona Firatê, şitilgehek bi navê Şehîd Roceng Cûdî vekir.
Şitilgeh derdora 60 hezar darên rengereng yên weke fisteq, zencebîl û çend cureyên din li xwe digre.

Bi armanca zêdekirina rûberên keskahiyê û xurtkirina çanda çandiniyê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a kantona Firatê, şitilgeha Şehîd Roceng Cûdî vekir.

Şitilgeha Şehîd Roceng di 12’ê vê mehê de li bajarê Kobanê hatiye avakirin û derdora 60 hezar darên rengereng yên weke fisteq, zencebîl û çend cureyên din li xwe digre.

Hevseroka desteya jîngehê Almaz Romî ji Rojava TV re got, ew ji sala derbasbûyî ve li ser şitilgehê dixebitin. Her wiha Almaz Romî da zanîn ku, ew ê şitlan li hemû deverên bajarê Kobanê biçînin û rûbera keskahiyê zêdetir bikin.

Ji ber aloziya Sûriyê û dagirkirina Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve, jîngehê herêmê zirareke mezin dît, lê Rêveberiya Xweser hewl dide çanda jîngehparêziyê li herêmên belav bike û gavên pratîkî ji bo cîbicîkirina wê diavêje.

Share This Article