DESTEYA JIN HEDEFGIRTINA ENDAMÊN KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Jin ya kantona Firatê bi daxuyaniyekê êrîşa çeteyên Tirkiyê yên li dijî endamên Kombûna Jinên Zenûbyayê şermezar kir û banga mezinkirina asta têkoşînê kir.
Di daxuyaniyê de her 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sod, Ayşe Ebdulqadir û Îman hatin bibîranîn.
Her wiha hate gotin, dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina pêşengên şoreşê hewl dide destkeftiyên jinan têk bibe.
Desteya Jin diyar kir ku, Tirkiyê vîna jina azad qebûl nake û hemû yasayên navdewletî bin pê dike.
Di beşekî din de desteya Jin got, hedefgirtina her sê endamên Kombûna Jinan a Zenûbya berdewamiya êrîşên Tirkiyê yên li dijî Hevrîn Xelef û hevrêyên wê ye.
Di dawiyê de desteyê soza berdewamkirina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Share This Article