DESTEYA JIN A RÊVEBERIYA XWESER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqa bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî jinên kedkar ên Rêveberiya Xweser şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Desteye jin, kesayekên ji sazî û tevgerên femînîst li pêşiya avahiya desteyê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên hovane yên dewleta Tirk li dijî herêmê û bi taybet li dijî jinên pêşeng hate şermezarkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin , dewleta Tirk a dagirker li dijî destkeftî û xebatên jinan li bakur û rojhilatê Sûriyê şerekî taybet dimeşîne.

Di dawiyê de jinan bang li dewletên navnetewî kirin ku li himberî kiryarên dewleta Tirk li dijî jinan bê deng nemînin û bi erkê xwe yê mirovî rabin

Share This Article