DESTEYA JIN A KANTONA EFRÎN-ŞEHBAYÊ ASTA TÊKOŞÎNA JINAN NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Jin a kantona Efrîn-Şehbayê îro panele bi sernavê “Pêşxistina Têkoşîna Şoreşa Jinê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de” li darxist.
Panel li kampa Serdem a li şehbayê hat lidarxistin û tê de jinên ji hemû saziyên Rêveberiya Xweser, meclîs û rêxistinên jinan amade bûn.
di panelê de asta têkoşîna jinan li herêmê hate nîqaşkirin .
her di panelê de, rewşa rêxistinî ya jinan li kantona Şehba, pêşketin û destkeftiyên ku bi dest xistine her wiha parastina destkeftiyên şoreşê ji aliyê jinan ve hatin nirxandin.
Piştî nirxandina mijaran, beşdaran nêrînên xwe parvekirin.

Share This Article