DESTEYA JIN A FIRATÊ JI BO PÊŞXISTINA TÊKOŞÎNA JINAN PANELK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Jin a herêma Firatê bi armanca pêşxistina têkoşîna jinan di Rêveberiya Xweser de panelek li bajarê Kobanê li dar xist.
Bi dehan rêvebirên jin, endamên deste, sazî û ofîsên Rêveberiya Xweser beşdarî panelê bûn.
Panel bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê cangoriyê azadiyê dest pê kir.
Paşê mijarên wekî “rastiya jin û diyardeyên neyînî yên civakî ya li ser jinan, bandora van diyardeyan li ser têkoşîna jin, rola jin di xwerêvebirinê de û girîngiya parastina destkeftiyên şoreşa jin hatin nîqaşkirin.
Piştî ku nîqaş û nêrîn li ser mijaran hat kirin, panel bi encamnameyekê bi dawî bû.
Ji xalên encamnameyê, kêmkirina zewaca temen biçûk û hewldanên xwekuştinê.
vekirina navendeke pêşxistina jinan.
vekirina projeyên biçûk ji bo kêmkirina rêjeya bêkariya jinan di komînan de.

Share This Article