DESTEYA ENERJIYÊ YA CIZÎRÊ XEBATÊN ÇAKSAZKIRINA TORÊN ELEKTRÎKÊ DIDOMÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê ji bo çareserkirina krîza Elektîrkê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê rû dan, berdewam dixebite.
Serokê gerînendeya veguhestin û enerjiyê ya Herêma Cizîrê Azad Silêman diyar kir ku ew niha 14 stasyonan çaksaz dikin.

Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê xebatên xwe yên sererastkirin û çaksazkirina tor û navendên elektrîkê didomîne.

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên vê dawiyê gelek navendên dana elektrîkê ji xizmetê derketin û welatî bi krîza peydakirina elektrîkê re rû bi rû man.

Serokê gerînendeya veguhestin û enerjiyê ya Herêma Cizîrê Azad Silêman diyar kir ku ew niha 14 stasyonan çaksaz dikin.

Her wiha Azad Silêman behsa awayê çaksazkirinê û astengiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin, dike.

Li gorî amarên herî dawiyê yên ku Rêveberiya Xweser belav kirin, ji ber êrîşên Tirkiyê yên di navbera 5 û 11 cotmehê de 184 navendên xizmetê hatin rûxandin û zêdetirî milyarek dolarên amerîkî zirar rû dan.

Share This Article