Desteya Çandiniyê ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi projeya sererastkirina depoyên genim ên LI kantona Tebqayê kir.
Desteya Çandinî û Aborî ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina qada aborî li Tebqayê, dest bi projeyan kiriye.
Yek ji wan, projeya sererastkirina depoyên genim a Hinêda ya kantona Tebqayê ye.
Ev depo yek ji depoyên herî mezin di herêmê de ye ku heta 130 hezar ton genim di hundirê xwe de bihewîne.
Dê ji nû ve avahiyên îdarî û xizmetê yên depoyê were çêkirin, her wiha nûjenkirina torên elektrîkî û mekanîkî û xurtkirina parastina li dijî şilbûn û xerabûnê.
Rêveberê depoyan li Tebqayê ji Rojava Tv re diyar kir ku sererastkirina depoyan dê aboriya herêmê bi pêş bixîne.
