Desteya çandinî û avdanê ya dêrazorê bi hevrêziya li gel rêveberiya sotemeniyê dest bi belavkirina mazotê li ser cotkaran kiriye her wiha xetên ava xabûr jî çaksazdikin da ku avê bighîne bajarê hesekê.
Ji bo gihandina avê ber bi bajarê hesekê ve desteya çandinî û avdanê ya dêrazorê xetên ava xabûrê çaksaz dike û li gel rêveberiya sotemeniyê jî mazota çandiniyê bi nirxê 10 sintên emerekî li cotkaran belav dike.
Hevseroka desteya çandinî û avdanê ya dêrazorê feyhaa el mustefa behsa kar û xebatên xwe yên meha hezîranê de dike û dibêje heta niha ew kar li ser çaksazkirina xetên ava xabûr ji bo gihandina avê dikin.
