Platforma Çalakiyên Hevbeş û Rêxistinên jinan yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê komkujiyên ku li dijî jinan li beravên Sûriyê pêk tên komxebatek li Hesekê li dar xist.
Komxebat bi dirûşma “Hevgirtina jinên Sûriyê, bingeha rawestandina qirkirina li ser jinan a li beravên Sûriyê ye” hat li dar xistin.
Bi dehan nûnerên rêxistinên jinan, partiyên siyasî, hiqûqî û jinên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komxebatê de amade bûn.
Di komxebatê de mijarên bi sernavê “Komkujiyên li ser jinan çêdibin” û “Helwesta jinan a li hemberî danezana destûra Sûriyê” hatin nîqaşkirin.
Jinan diyar kirin ku Pêwistiya Sûriyê bi destûreke nû ku mafên jin û hemû pêkahteyan biparêze heye.
Komxebat bi encamnameyê bi dawî bû, ji xelên encamnameyê damezirandina komîteyên lêkolîn û çavdêriyê yên navdewletî, Avakirina yekitiyê û hevgirtina jinên Sûriyê û bicihanîna biryarên Encumana Ewlekariyê ya 2254.
