DERBARÊ HEVGIRTINA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ, LI TIL KOÇER CIVÎNEK HATE SAZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo nîqaşkirina rewşa herêmê û hevgirtina pêkhateyên wê, her wiha ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî ‎herêmê, civînek li bajarokê til koçer hate sazkirin.‎
civîn bi beşdariya şêx murşid meşûq el xeznewî, şêx û rûspiyên kurd û ereb û tevahî pêkhateyên ‎herêmê li bajarokê til koçer ê kantona cizîrê hate lidarxistin.‎
Di civînê de Şêx Murşid Meşûq El Xeznewî avivî, behsa girîngiya hevgirtina pêkhateyên herêmê li ‎hember her êrîşeke dijminane kir.‎
Beşdaran tekezî bi yekbûna pêkhateyan û dûrxistina ji fitneyê kirin her wiha piştgiriya xwe bi hêzên ‎QSD’ê re careke din nîşan dan.‎

Share This Article