DAGIRKERIYA TIRK DI ÊRÎŞÊN XWE YÊN LI SER HERÊMÊ BERDEWAM E

Rojava Tv
1 Min Read

bi armnaca pêkanîna pilanên Osmaniya nû û berfirehkirina dagirkirina xwe, dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e..

dagirkeriya Tirk bi hemû rê û rêbazên dermirovan e êrîşî pêkhateyên herêmê dike û rojan e sivîl dibin qurbaniyên van êrîşan..

di nava meha tebaxê de dagirkeriya Tirk bi riya balafirên bê mirov deverên tijî sivîl bombebaran kirin di encamê de li Qamişlo û Amûdê welatî şehîd bûn..

li ser mijarê şîrovekarê siyasî Azad Hiso ji ROJAVA TV re nirxandin kir û got:” armnca dagirkeriya Tirk ji van êrîşan derbekirina ewlehiya herêmên Sûriyê ye..

ji aliyê xwe ve şîrovekarê siyasî Welîd Çolî jî da xuyakirin ku kirêka ku dagirkeriya Tirk dixwzae ji hev veke Kurd in, dagirkerî bi hemû rê û rêbazan dixwaze kurdan ji holê rake..

çavdêr dibînin ku dagirkeriya Tirk bi riya êrîşên xwe yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistan derbekirina pirojeya Rêveberiya Xweser e, her wiha rê li ber avakirina statoyek nû ji bo pêkhateyên herêmê bigire..

Share This Article