ŞERVANÊN QSD’Ê Û YPJ’Ê 4’ÊNÎSANÊ BI ŞAHIYEKÊ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê îro bi şahiyekê 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
Şahiya QSD’ê û YPJ’ê bi beşdariya fermandar û şervanên QSD’ê, hêzên parastina civakê HPC, Yekîneyên Parastina Jin YPJ, meclîsa malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl hat lidarxistin.

şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre beşdarên şahiyê 80 darên zeytûnan li cihê şahiyê çandin.

Paşê şervanan li ber dengê stiranan, govend gerandin û siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.

Share This Article