CIWANÊN QAMIŞLO LI DIJÎ TECRÎD Û KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ DAKETIN QADAN

Rojava Tv
2 Min Read

Bi armanca Şermezarkirina tecrîd û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Ciwanên herêmê meş lidarxistin.

Ciwanan soza şikandina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dan.

Bi armanca Şermezarkirina tecrîd û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajar û navçeyên herêma Cizîrê, Meş hatin lidarxistin.

Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan, bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan.

Meşvanan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ beriz kirin.

Di meşê de daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin: “Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li dijî mirovahiyê ye”.

Her wiha soza şikandina Komploya Navneteweyî hate dayîn.

Bi hemanc armancê Ciwanên şoreşger ên Hesekê meşek bi meşaleyan lidarxistin.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hatin hildan.

Her wiha axaftin hatin kirin û hate gotin ku tevî tecrîd û kiryarên derexlaqî, ramanê azad ê Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye.

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah
Ocalan û berxwedana gerîla bi dawî bû.

Her wiha bi dehan ciwan û şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi meşeke maşeleyan li bajarokê Til Kerem ê navçeyê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di meşê de daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker ji belavbûna fikrê demokratîk û biratiya gelan ê Rêber Abdullah Ocalan ditirse, ji ber wê jî tecrîdê girantir dike.

Di dawiyê de bang li tevahî ciwanan hate kirin ku asta têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind bikin.

Share This Article