CIWANÊN KOBANÊ PEYKERÊ BAZ BI RENGÊN KESK, SOR Û ZER XEMILANDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ciwanên bajarê Kobanê bi boneya 14 saliya Şoreşa 19’ê Tîrmehê peykerê Baz ê li qada Azadî bi rengên kesk, sor û zer boyax kir.

Peykerê Baz yek jî nîşaneyên bajarê Kobanê ye ku di salên şoreş û şeran de bibû sembola azadî û berxwedanê ji bo gelê Kobanê.

Ciwanên ku beşdarî vê xebatê bûne ji Rojava Tv re got, “Baz xwe natewîne. Loma me ev peyam di salvegera 14’an de hilbijart. Me peyker bi rengên ala Kurdistanê boyax kir da ku peyama xwe ya girêdana xwe bi nasname û destkeftiyên şoreşê ragihînin.”

Her wiha diyar kirin ku Ev peyker û ev qad destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê tîne bîra wan.

Ciwanan di dawiyê de ev peyam dan: “Wekî hevalên wan şehîdan em dibêjin ku em ê mîrateya wan, nirx û destkefityên Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin”.

Share This Article