CIWANÊN KOBANÊ BI BONEYA 15’Ê TEBAXÊ XWEPÊŞANDANEK LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ciwanên şoreşger ên Kobanê bi boneya 15’ê tebaxê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan li kaşê Miştenûr dest pê kir û ciwan ber bi qada Jina Azad ve meşiyan.

Di Xwepêşandanê de bi dehan ciwanên kobanê beşdar bûn û pankartên “Bi ruhê serkeftina 15’ê tebaxê werin cenga azadiyê” hildan û nîşanên serkeftinê bilind kirin.

Ciwanan gotin, “Roja 15 tebaxê ji bo me rojeke bi rûmete ji ber ku partiya PKK di vê rojê de hatiye ragihandin.”

 

Share This Article