Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hemahengiya Yekîtiya Jinên Ciwan Komxebatek li ser asta bakur û rojhilatê sûriyê li bajarê Hesekê lidar xistin.
Komxebat bi beşdariya Endam û rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Xwaringeha Marbêla a li hesekê hat sazkirin.
Komxebat bi xwendina Persbektîvên Rêber Apo yên derbarê ciwanan de dest pê kir.
Her di komxebatê de 3 xalên girîng ên girêdayî Dewlet, Desthilatdarî û Demokrasiyê hatin nîqaşkirin.
Piştre beşdaran nîrînên xwe ji bo avakirina civakeke demokratîk parve kirin.
