LI HELEBÊ REWŞA SIYASÎ Û PEYMANA 10’Ê ADARÊ HATE GOTÛBÊJKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê, Sîpan Hemo di civîna berfireha ya taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê de diyar kir ku ew pabendî peymana 10’ê Adarê ne û hewldanên wan ên ji bo gihîştina çareseriyek siyasî berdewam dikin.

Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê civînek berfireh hate lidarxistin. Nûnerên meclis, komîn, sazî, partiyên siyasî, Kongra Star û şênyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tev li civînê bûn.

Di civînê de, Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo der barê rewşa siyasî de nirxandinek berfireh kir. Hemo pêşketinên dawî yên navxweyî û herêmî û bandora guhertinên siyasî li ser siberoja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirixand.

Derbarê rêkeftina 10’ê Adarê de jî Hemo destnîşan kir ku ew pabendî peymana 10’ê Adarê ne û hewldanên wan ên ji bo gihîştina çareseriyek siyasî ya berfireh berdewam dikin.

Hemo diyar kir ku aştî û demokrasî bijarteyek stratejîk e û mijara Efrîn dê di her danûstandin an rêkeftinên siberojê de mijara sereke be.

Sîpan Hemo bal kişand ser rola girîng a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di parastina prensîbên Şoreşa 19`ê Tîrmehê de û berxwedana gel silav kir.

Share This Article