Giyayê bi navê Şefleh di dermankirina êşa movikan, êşa dîsk, şekir û gelek nexweşiyên din de nirxa xurek û sûda bijîjkî heye.
Ev giya li çend gund û bajarokên kantona Şehba derdikeve û şêniyên Efrînê yên derbider ên herêmê di demsala vê giyayê de çavkaniya debara xwe diparêzin û difiroşin hin Bazirganan, da ku sûdê di çêkirina dermanan bigirin.
Kamera Rojava nêrîna koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê giya diçînin girt. Di vê derbarî de koçbera bi navê Henîf Reşîd got: ” tevî êrîşên dagirkeriya Tirk, lê bi çinîna vê giyayê û firotina wê hewl didin debara jiyana xwe ewle bikin”.
Ji jinên koçber ên Efrînê Zelîh Îbrahîm jî diyar kir, Piştî ku hikûmeta Şamê rê ji her alî ve li ser Şehbayê qutkiriye, bi firotina vê giyayê ew jiyana xwe û lêçûnên xwe dabîn dikin.
Ji aliyekî ve êrîşên dagirkeriyê û koçberî, ji aliyekî din ve dorpêça hikûmeta Şamê ku rê li ber debara jiyana koçberên Efrînê teng kiriye.
Lê tevî wiha jî koçberên Efrînî bi her cureyan kar û bi îradeyek xurt debara jiyana xwe dikin.
