CENAZEYÊN ŞEHÎDÊN TIL RIFETÊ LI ŞEHBAYÊ HATIN OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrînî û şêniyên Şehbayê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên şehîdên Til Rifetê û şehîdê HRE’yê oxir kirin.
cenazeyên her 4 welatiyan û şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê HRE ku, 23 Cotmehê di encama êrîşên dagirkeriya tirk yên li ser bajarê Til Rifetê de şehîdbûn, li goristana şehîd Zozan Amanos hatin oxirkirin.
Di Merasîma oxirkirinê de, bi sedan koçberên Efrînî û şêniyên Şehbayê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rûspî û partî beşdar bûn.
di merasîmê de axaftin li ser navê meclisa malbatên şehîdan, meclîsa kantona efrîn û şehba her wiha meclîsa malbatên şehîdan hatin kirin. Di axaftinan de balkişandin ser berxwedana gel û gotin bi têkoşîn û berxwedanê dê sîstema dewleta Tirk hilweş e.
di dawiyê de, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Share This Article